Du rêxistinên jinan serdana navenda YRA dikin

Rêxistina Roz a piştgiriya jinan û Komeleya Şawîşka ya jinan serdana navenda Yekîtiya Ragihandina Azad – YRA li Qamişlo kirin.
Hevserokên Yekîtiya Ragihandina Azad – YRA; Evîn Îbrahîm û Idrîs Abdulhenan, Şêwirmend û Berpirsê Boruya Têkîliyên Dîplomasî li YRA Bunyad Cizîrî, duh danê nîvro li navenda YRA, pêşwziya Berpirsa Boruya Ragihandinê ya Rêxistina Roz a jinan Êva Îbrahîm û endama Rêveberiya Komeleya Şawîşka Necla Temo kirin.
YRA bixêrhatina herdu aliyan kir û li ser karê wan agahdar bû û pesna hewldanên wan ê hevkariyê kir.
Her wiha herdu aliyan li ser çawaniya piştgiriya jinan, rola pêşeng a jina rojnamevan û erkên wê di vê dema hestiyar de nîqaş kirin û tekezî li girîngiya beşdariya jinê kirin ku civakek bi nirx bête avakirin.
Di dawiyê de Rêxistina Roz û Komeleya Şawîşka yên jinan biroşûrek pêşniyaran ku weke encamekî projeyekî wan ê hevbeş bû ku piştgiriyê dide jinan, rola wan a beşdarbûna nivîsandina destûrê û mafên wan ên siyasî û sivîl li Sûriyê dixe bin gerantiyê, destê wan di avakirina civakê de xort dike, pêşkêşî YRA kirin.



