Şêrwan Şêrwanî: Ceza, girtin û mirin ne di xema min de ye

Rojnamevan û çalakvanê civaka sivîl Şêrwan Şêrwanî got; “Dizanim piştî cezayê îro, li ser peywendiya vê telefonê jî wê dîsa ceza li min bibirîn. Lê ceza dayîn, girtin û mirin qet ne di xema min de ne.”
Piştî ku îro ji aliyê Dadgeha Bineslawa ya Kesnezan a Hewlêrê ve 4 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li rojnamevan û çalakvanê civaka sivîl yê herêma Behdînanê Şêrwan Şêrwanî hate birîn, bi rêya telefonê peyamek da.
Peyama Şêrwan Şêrwanî ya bi rêya telefonê dayî wiha ye:
“Bila her kes min pîroz bike. Ez niha ji çar cihan birîndarim. Lê ezê birîna xwe bikim sembola berxwedana gelê xwe. Ji her kesî re bêjin, Şêrwan ji bilî ku ew bi dengekî bihêz, bilinde û narûxe, tu tiştekê wî yê din ji mafyayê re bêje tune ye. Ez dizanim ku ezê ji ber vê banga peyama xwe ya telefonê dîsa werim cezakirin. Lê ez ne di xema ceza, ne zindan û ne jî mirinê de me. Yek ji wan jî ne di xema min de ye.”