Rojnamevanên bê sînor daxwaza civîneke awarte ji NY kir

Rêxistina rojnamevanên bê sînor – RSF, pişt ku 6 rojnamevanên li ser karê xwe li Xezayê di êrişeke hewayî ya artêşa Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dan, daxwaza civîneke awarte ji NY kir.
Rojnamevanên bê sînor di daxuyaniya xwe de got: Di encama êrişa Îsraîlê ya 10 Tebaxê ya li ser Xezayê de, 6 rojnamevanên li ser karê xwe ku 5 jê bi toreya Aljezîra re dixebitîn an jî berê pê re bûn, tevî rojnamevanekî serbixwe (freelanc), jiyana xwe ji dest dan.
Rojnamevanên bê sînor di dirêjahiya daxuyaniyê de ev tişt jî bi bîr anî: Di êrişa ku Îsraîlê li xwe mikur hatiye pêk aniye de, nûçegihanê toreya Aljezîra Enes Alşerîf, ku Îsraîl wî bi têkîliyên terorîstî tewanbar dike, hate hedefgirtin.
Rojnamevanên bê sînor di dawiya daxuyaniya xwe de vê “taktîka bêşerm” ji bona sûcên xwe binixumîne li dijî rojnamevanan bi kar tîne şermezar kir. Her wiha RSF bi bîr anî ku artêşa Îsraîlê heya roja îro zêdetirî 200 rojnamevan û ragihandvan qetil kiriye. Ji bona wê jî dawa rûniştineke awarte li NY kir ku rê li ber vê qirkirinê bigire.