DEWLETA TIRK ROJNAMEVAN JÎ DI NAV DE GELEK KES BINÇAV KIRIN

0 3

Li ser fermana Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê, polîsan li gelek bajaran avêt ser malan, di encamê de  Edîtorê ajansa Mezepotamiya Sedat Yilmaz û Edîtor û Hevseroka Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Dîcle Muftuoglû  jî di nav de gelek binçavkirin.

Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê fermana lêpirsînekê da û li 15 bajaran derbarê 49 kesan de biryara binçavkirinê hat derxistin. Di çarçoveya lêpirsînê de polîsan avêt ser gelek malan. Di lêgerînên malan de kelûpelên malan hatin serûbinkirin. Di serdegirtinên li Amedê de Hevseroka Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) û edîtora  Ajansa Mezopotamya Dîcle Muftugolû û Edîtorê Ajansa Mezopotamya Sedat Yilmaz û hevjîna xwe Selma Yilmaz hatin binçavkirin.

 Xwişka Sedat Yilmaz, Fîlîz Yilmaz jî li Stenbolê di serdegirtina mala xwe de hat binçavkirin. Her wiha gelek kesên din jî hatin binçavkirin.

Li gorî saziyên navdewletî yên bi karûbarên rojnamevaniyê re mejûl dibin dewleta Tirk di lîsteyên dawî yên azadiya çapemeniyê de ye. Bi dehan rojnamevan di girtîgehên dewleta Tirk de di şert û mercên zehmet de di girtîgehan de ne.

ÇAVKANÎ: AJANSA MEZEPOTAMIYA

Leave A Reply

Your email address will not be published.