Rojnamevanên serbixwe dikarin beşdarî pêşbirka navdewletî bibin

0 24

Rojnamevanên ji seranserî cîhanê yên di rojnameyên çapkirî û ilkiteronîk de kar dikarin beşdarî pêşbirka xelatên di asta cîhanê de bibin.
Xelat ji aliyê Sindoqa Kort Shork a xelatên navdewletî bi şirîkatiya saziya Tomson Ruters de tê pêşkêş kirin. Ev xelat bi armanca xelatkirina rojnamevanên serbixwe yên li welatên xizan an herêmên rewşa veguhertinê jiyan dikin, têne dayîn.
Xelat li ser sê beşan têne dayîn. Beşa rojnamevanên serbixwe yê nûçeyên navdewletî dişopînin, beşê duyemîn nûçegihanên herêmî yên nûçeyên welatên xwe dişopînin û beşa alîkariyên herêmî. Her beşek ji xelatan 5 hezar dolarên Amerîkî werdigre.
Madeyên têne qebûlkirin, dibe nûçeyên şer û aloziyan, an mafê mirovan, an dozên derveyî sînoran yan jî mijarek di welatekî de mijara nîqaşa civakî be.
Ji mercên pêşbirkê isbatên diyar bike, mijar bi psporiyeke pîşeyî ya bilind hatiye nivîsandin û li gorî pîvanên rojnamevaniya navdewletî.
Pêwîste nivîsên werin pêşkêşkirin, bi zimanê ingilîzî hatibe wergerkirin û di dema di navbera 1’ê hizêrana 2022’an û 31’ê gulana 2023’an de hatibe weşandin.
Dema dawî ya pêşwazîkirina madeyan 31’ê gulanê ye.
TOREYA NAVDEWLETÎ YA ROJNAMEVANAN

Leave A Reply

Your email address will not be published.