Xelata Rojnamegeriyê ya Şehîd Mazlûm Bagok a 2022-2023

0 72

Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) dema pêşwazîkirina berhemên rojnamevanan ji bo wergirtina xetatê ku dê 22’ê Nîsanê (Roja Rojnamegeriya kurdî) bên dayîn, diyar dike.
ŞERTÊN BEŞDARBÛNÊ:
1- Divê beşdar endamê YRA’yê yan saziyeke ragihandinê be.
2- Beşdar dikare berhemên xwe tenê di kategoriyekê (beşekî) de pêşkêş bike.
3- Divê beşdar bi mîsaqa rojnamevaniyê ya Yekîtiya Ragihandina Azad bawer be.
4- Dikare berhemekî komî wekî dokomonter wekî yek made were pêşkêşkirin.
5- Beşdar dikare berhema xwe bi email, an bi dest, an jî di riya saziya tê de kar dike, bighîne me.
6- Divê madeya were pêşkêşkirin bi zimanê orjînal be (ne werger be).
7- Divê berhem berê beşdarî tu pêşbirkan nebûbe û tu xelat wernegirtibe.
8- Divê beşdar nav, navê bav û paşnav, cihê lê kar dike, dîroka weşandina madeyê û saziya made tê de hatiye weşandin, diyar bike.
9- Divê beş (kategoriya) ku dixwaze tê de berhemên xwe pêşkêş bike, diyar bike.
10- Heger berhem di saziyeke xebatên nivîskî de hatibe weşandin, divê kopiyek madeyê wekî wêne were şandin.
11- Ger berhem a radyo be, dikare bi riya Mêmorî Kart were şandin.
12- Wêneyek kesayetî û derbarê xwe de (CV) û bi kurtasî derbarê berhema xwe de agahiyan, bişîne.
AGAHÎ Û TÎBÎNIYÊN GIŞTÎ DERBARÊ PÊŞBIRKÊ DE:
1- Berehm ji 20’ê Adarê heta 5’ê Nîsanê tên pêşwazîkirin.
2- Berhem ji Desteya Rêveber re tê pêşkêşkirin.
3- Xelatên têne dayîn sembolîk û bawername ne.
CURE Û BEŞÊN BERHEMÊN TÊN PÊŞWAZÎKIRIN:
1- Nûçeyên kurdî
2- Nûçeyên erebî
3- Nûçeya bi dîmen
4- Wêne: Wêneya normal, Wêneya bûyerî
5- Nûçeyên jin
6- Dokumenter
7- Raporên lêkolîn û şîroveyî
8- Xelata radyo
9- Weşangeriya bi rêya înternetê (malperên medya dijîtal)
10- Xelata Komîteya dîwanê
11- Xelata Wêrekiyê
Made û berhemên werin pêşkêşkirin wê li gorî pîvan û mercên ragihandinê ji aliyê komîteya dîwanê ve werin nirxandin.

Hûn dikarin berhemên xwe li ser vê navnîşanê bişînin: [email protected]

An li ser reqema Watsapê: 00963988102769
AGAHDARÎ: Divê berhem di dema di navbera 1’ê Nîsana 2022’an û 1’ê nîsana 2023’an de hatibe weşandin.

YEKÎTIYA RAGIHANDINA AZAD (YRA)

Leave A Reply

Your email address will not be published.