YEKÎTIYA NAVDEWLETÎ YA ROJNAMEVANAN ENDAMETIYA RÛSIYA DEMKÎ DISEKINÎNE

0 5

Yekîtiya Navdewletî ya Rojnameanan bi awayekî demkî endametiya Sendîkaya Rojnamevanên Rûsiya sekinand. Biryarar sekinandinê piştî Senîqaya Rûsî piştî şer li Ûkraniya şaxê xwe li wir vekir, pêk hat.
Seroka Yekîtiya Navdewletî ya Rojnamevanan Dominic Bradley derbarê mijarê de daxuyaniyek da û got: “Yekîtiya Navdewletî ya Rojnamevanan rêxistinek li ser esasê piştgiriya navdewletî hatiye avakirin. Li ser rêgeza hevkariya di navbera sendîkayên endam de û li ser esasê rêxgirtina hemû rojnamevanan de pêk hatiye.”

Dominic Bradley di dawiya daxuyaniya xwe de jî got: “Sandîkaya rojnamevanên Rûsiya bi vekirina 4 şaxên xwe li ser erdên Ûkraniya yên Rûsiya bi ser xwe ve vekirine, ev zelale. Bi van nêzîkatiyan parçebûn di navbera sandîkayên birayên hev de çêkiriye.”
Serokê Sandîkaya Rojnamevanên Rûsiya Fladîmêr Solofîof ji ajanseke rûsî re got ku sekinandina endaketiya wan a demkî ne cih de yê û ev tişt anî ziman: “Ev gav li dijî Peymana Yekîtiya Navdewletî ya Rojnamevanan e. Di heman demê de wê di aliyê dervayî de jî zirarê li endametiya Rûsiya bike.
Di vê derbarê de hin sendîkayên Yekîtiya Ewropa zexst li Yekîtiya Navdewletî ya Rojnamevanan kirin. Yekîtiya Navdewletî ya Rojnamevanan ku navenda wê Biroksele, 600 hezar rojnamevananên ji 146 welatan cihê xwe tê de digrin.

Leave A Reply

Your email address will not be published.