DEWLETA TIRK ROJNAMEVANAN JI BER RAPORÊN ERDHEJÊ BINÇAV DIKE

0 5

Dewleta Tirk piştî erdheja 6’ê sibatê hejmarek rojnamevanên raporan derbarê erdhejê de amade dikin, binçav kir.
BBC ya bi zimanê Ingilîzî di raporeke xwe derbarê mijarê de got ku dewleta TIrk hejmarek rojnamevan ji ber raporên wan ên derbarê erdhejê de, binçav kirine.
Di raporê de hate destnîşankirin rojnmevanê serbixwe Mîr Elî Koçer yek ji 4 rojnamevanên ji ber raporên xwe yên derbarê erdhejê de hatine girtin û bi îdaya “Nûçeyên derew” amade kiriye, dibe heta 3 zal girtîgeh lê were birîn.
Li gorî rêxistineke parastina mafê rojnamevanan dike di sê hefteyên derbasbûyî de bi dehan rojnamevan an ji nivîsê hatine qedexekirin, an hatine binçavkirin an jî astengî ji wan re hatine derxistin.

Rêxistina Nûçegihanên Sînornenas jî astengkirina rojnamevan Koçer û lêpirsîna pê re bi tiştekî ne di cih de binav kir û ji desthilata Tirkiyê daxwaz kirin biryara xwe derbarê Koçer de rawestîne.
Desthilata Tirkiyê piştî erdheja 6’ê sibatê hişyarî da û îda kir ku “Nûçeyên ne rast dibe tevliheviya civakî çêbike” di heman demê de da zanîn ku ew ê li ser rapor, nivîs û nûçeyên têne weşandin lêpirsînê bikin.

Rojnamevanên hatine girtin jî dibêjin wan ji rastiya li ser erdê pê ve tiştî ne rast parvenekirine.
BBC-NORHT PRES

Leave A Reply

Your email address will not be published.