ÛKRANIYA 5 SAL CEZA LI ROJNAMEVANÊ RÛSÎ ANTON KRASOVSKY BIRÎ

0 5

Dadgeheke Ûkraniya, bi awayekî negirtî 5 sal cezayê girtîgehê li pêşkêşvanê televîzyoneke Rûsî rojnamevan Anton Krasovsky, birî.
Biryara cezayê bi îdaya piştgiriya Antono Karsovsky ji şerê Rûsiya li Ûkraniyayê hatiye dayîn û bi taybet dema banga xeniqandina zarokên Ûkraniya kir û ev tişt derbarê mijarê de got: “Zarokên Ûkraniya yên di dema Yekîtiya Sovyotê de Rûsiya wekî dagirker dibînin, dive yek ser wan bavêjin ava çem û wan bixeniqînin.” Karsovsky paşê derbarê vê nerîna xwe da lêborîn xwest.
Ji ber vê nivîsa belav kir, ji karê xwe hate derxistin.
Li aliyê din jî Hêzên Ewlekariya Ûkraniya bi daxuyaniyekê ragihand ku Karsovsky ji meha sibata sala derbasbûyî ve piştgiriya êrişa Rûsiya ya li ser Ûkraniya dikir û banga qirkirina gelê Ûkraniya kir.

Leave A Reply

Your email address will not be published.