RÛSIYA 6 SAL ZINDAN LI ROJNAMEVAN MARIYA BONOMARÎNKO BIRÎ

0 7

Dadgeha Rûsiya bi îdaya tewanbariya hêzên ezmanî yên Rûsiya dika şano li Ûkraniya bombebaran kiriye, 6 sal zindan li rojnamevana Rûsî Mariya Bonomarînko hate birîn.

Di heman demê de dadgehê biryar da Mariya Bonomarînko 5 salan ji karê rojnmevaniyê bê qedexekirin.
Dika şano ya Maryopol di 16’ê adara sala derbasbûyî de hate bombebarankirin. Ûkraniya got ku dika şano ji aliyê balafirên şer ên Rûsiya ve hate bombebarankirin. Rûsiya jî Ûkraniya tewanbar kir.
Li gorî nûçeya ajansa Rutersê, Rêxistina Lêborînê ya Navdewletî di lêkolîna xwe ya derbarê bûyerê de destnîşan kir di bombebaranê de 12 kes hatin kuştin.
Rojnmevana Rûsî Mariya Bonomarînko di meha nîsana sala derbasbûyî de li ser malperên medya dîjîtal Artêşa Rûsiya bi bombebarana dika şano ya bajarêMaryopl, tewanbar kir.

Leave A Reply

Your email address will not be published.