DI SALA 2022’AN LI SÛRIYÊ 6 ROJNAMEVAN HATIN KUŞTIN
Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) îro rapora xwe ya binpêkirnênê li dijî rojnamevanan di asta Sûriyê de aşkere kir. Li gorî rapora YRA’yê di sala 2022’an de 6 rojnamevan li seranserî Sûriyayê hatine kuştin.
JI wan jî Nûçegihanê ANHA’yê û endamê YRA’yê Îsam Ebdela yê di êrişa balafirên şer ên dewleta Tirk li ser gundê Teqil Beqil a Dêrikê de şehîd bû.
Di raporê de behsa rojnamevanên di sala 2022’an de birîndar bûne jî hate kirin. Di raporê de bal hatiye kişandin ser rewşa ragihandinê li tevahî Sûriyê û astengî û zehmetiyên rojnamevanan.
Di beşên raporê de bahsa rewşa ragihandinê li tevahî Sûriyê jî hatiye kirin û hin pêşniyar bi armanca pêşxistina rewşa ragihandinê hatine rêzkirin.
التقرير الخاصّ باتحاد الإعلام الحرّ حول انتهاكات حقوق الصحفيين/ات في سوريا للعامّ 2022
31-1-2023