Komîteya Parastina Rojnamevanan: Di sala 2022`an de 67 rojnamevan hatin kuştin

0 17

Komîteya Parastina Rojnamevanan sala 2022`an wekî sala herî bi xwîn di beşê rojnamevaniyê de bi nav ki rû got di nava salê de 67 rojnamevan û xebatkarên çapemeniyê hatin kuştin. Ev serjimarî ji sala 2018`an ve ya herî dijwar hate pênasekirin.
Bi vê jî rêjeya ji sedî 50 sala 2022`an ji sala 2021`ê zêdetir bû. Ev di rewşeke li Amerîka Latînî sûcên pêkanîna kuştinan zêdetir bû ye.
Komîteyê di rapora xwe ya salane de bibîr xist ku herî kêm 41 rojnamevan û xebatkarên çapemeniyê ji ber girêdana wan a yekser bi karê xwe ve hatin kuştin.
Li gorî raporê piraniya sûcên kuştinê li welatên wekî Ûkraniya (15), Li Meksîko (13), Hataî (7) û ev hejmarên herî zêde li van welatan pêk hatiye.
Komîte sûcên kuştina rojnamevanan wekî 3 beşan pênase kirine, sûcên girêdayî karê wan, sûcên tolhildana ji rojnamevanan ji ber şopandina karê ragihandinê û ev hejmara herî zêde ye û kuştina rojnamevanan di şeran de, her wiha bûyerên mirinên rojnamevanan deme li ser hin karên din ên metirsîdar bin.
KOMÎTEYA PARASTINA ROJNAMEVANAN

Leave A Reply

Your email address will not be published.