DAXUYANÎ JI BO RAYA GIŞTÎ:

0 38

Ji meha îlonê ve li Rojhilat û tevahî Îranê û bi kuştina jina ciwan a Kurd Jîna Emînî (22) xwepêşandanên gelerî yên bi heybet hatin lidarxistin. Di encama destwerdana hêzên Îranê de rojnamevan jî di nav de bi sedan kes hatin kuştin û bi hezaran kes hatin binçavkirin.
Li gorî raporên sazî û rêxistinên navdewletî û hiqûqî hêzên rêjîma Îranê ji destpêka serhildanên gel ve herî kêm 79 rojnamevan girtine. Dibe hin ji wan rastî cezaya darvekirinê werin.
Di heman demê de ji ber veguhestina rastiya tevgerên li kolanên bajarên Îranê, gelek ajans û saziyên ragihandinê yên navdewletî hatin girtin, an xebatên wan hatin astengkirin.
Herî dawî jî girtina sê rojnamevanên jin ên di saziyên herêmî de dixebitîn, pêk hat. Rêjîma Îranê hersê rojnamevanên jin bi tewana şopandana xwepêşandanên gel ên li seranserî Îranê tewanbar kirin.
Em jî wekî Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) ku rewşa li Rojhilat û Îranê dişopînin, hemû girtin û binpêkirinên li dijî rojnamevanan ku bi destê rêjîma Îranê têne kirin bi tundî şermezar dikin.
Di heman demê de em dengê xwe tevlî dengê sazî û rêxistinên navdewletî û hiqûqî yên li seranserî cîhanê dikin û dibêjin divê desthilata Îranê di zûtirîn dem de hemû rojnamevanan serbest berde.
Em bang li civaka navdewletî jî dikin destwerdana lezgîn bikin da dawî li tevahî binpêkirinên derqanûnî yên li dijî rojnamevanan ku li Îranê bi taybet û tevahî cîhanê têne kirin, were.
YEKÎTIYA RAGIHANDINA AZAD
QAMIŞLO 26-01-2023

Leave A Reply

Your email address will not be published.