YRA’YÊ 7 ROJNAMEVANÊN ŞEHÎD BIBÎR ANÎN

0 2

Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) ji bo bîranîna rojnamevanên Şehîd Saed Ehmed, Mihemed Reşo, Wîdad Ermicî û Dilovan Gever ên rojek wekî îro di êrişa dewleta Tirk a li ser Serêkaniyê û Girê Spî de şehîd bûn.

Her wiha bîranîna Nûçegîhanên ANHA’yê Dilîşan Îbiş, Hogir Mihemed û Rizgar Deniz ên di 12’ê Cotmeha sala 2017’an de dema opersyona Bagera Cizîrê dişopandin di rêişa çeteyên DAIŞ’ê de şehîd bûn, bi merasîmekê bibîr anîn.


Di merasîmê de wêneyên şehîdan hate vekirin.

Merasîm li goristana Şehîda Delîl Sarûxan bi beşdarbûna dehan endamên YRA’yê, rojnamevan û malbatên şehîdan bi rêzgirtinê destpê kir.
Paşê li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan, Ragihandina Leşkerî, Malbata Şehîd Saed, Malbata Şehîd Mihemed Reşo û Yekîtiya Ragihandina Azad axaftin hatin kirin.
Di axaftinan de rola şehîdên ragihandinê di belgekirina rastiyan û kêliyên berxwedanê hate vegotin. Her wiha soza şopandina riya wan hate dayîn.

Piştî axaftinan beşdaran gurzên gulan danîn ser gora Şehîd Hogir Mihemed û Mihemed Reşo yên li goristana Şehîd Delîl Saroxan hatine veşartin.
Başê jî beşdaran berê xwe dan bajarê Til Temir û li wir jî gurzê gulan danîn ser gora Şehîd Saed Ehmed.
Li vir jî li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Til Temir û malbata Şehîd Saed axaftin hatin kirin.
Di axaftinan de rola şehîdên heqîqetê hate vegotin û soza şopandina riya şehîdan hate dayîn.

Leave A Reply

Your email address will not be published.