ROJNAMEVANA RÛSÎ MARÎNA OFSIYANÎKOVA JI BIRYARA GIRTINÊ REVIYA

0 13

Rojnamevana Rûsî Marîna Ofsiyanîkova ya di weşana zindî li dijî êrişa Rûsiya ya li ser Ukrayna hate naskirin, diyar kir ku ew ji cihê bicikirina bi zorê reviyaye.
Hikûmeta Rûsiya Ofsiyanîkova bi îdaya weşandina nûçeyên ne rast di niştîhbûna bi zorê bi cih kiribû.
Li gorî Frans Pres parêzerên Marîna got ku pêwîst bû ew beşdarî dadgehê biba, lê dozgerî heta niha nikare cihê wê tesbît bike.
Li gorî nûçeya heman ajansê cezayê 10 sal girtîgeh li ser rojnamevan Marîna hatiye birîn. Sûcê lê hatiye gotin jî belavkirina nûçeyên derew li dijî Artêşa Rûsiya ne.

Hêjaye bibîrxistinê Marîna ya 44 salî beriya niha 2 meh niştecîhbûna bi zorê li mala wê lê hatibû birîn, ev jî piştî meha Tîrmehê hate girtin, pêk hat.

Leave A Reply

Your email address will not be published.