LI KOBANÊ CIVÎNA ROJNAMEVANAN
Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) û Buroya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê bi armanca nirxandina rewşa awerte û xebatên ragihaninê civînek ji xebatkarên ragihandinê re lidar xistin.

Di civînê de rêziknameya Yekîtiya Ragihandina Azad hate xwendin û beşdaran naveroka wê nîqaş kirin. Di heman demê de rewşa awerte û gefên li ser heêrmê, di heman demê de zehmetî û kêşeyên tên pêşberî xebatkarên ragihandinê hatin nîqaşkirin.
Paşê di civînê de behsa rola rojnamevanan di rewşa awerte û zehmetiyên xebatên ragihaninê hate kirin. Di heman demê de rola ragihandinê û bandora wê li ser civakê hate nîqaşkirin û nerînên rojnamevanên beşdar jî hate girtin.
Di dawiya civînê de rola ragihandinê û bandora wê di hemû şert û mercan de û bi taybet di rewşên awerte û taybet de hate vegotin.