JI BO RAYA GIŞTÎ

0 12

Di 2’ê vê mehê de saet di 12.15’an de agahî belav bû ku nûçegihan Barzan Ferma yê ji Qamişlo ji aliyê 3 kesên rûgirtî ku yek ji wan çekdar bû hatiye windakirin.
Ji roja yekem ve me wekî Yekîtiya Ragihandina Azad ji erk û berpirsyariyên xwe mijar heta radeyekê şopand û me serî li hêzên ewlekariya hinder jî da.
Li ser wî esasî careke din em ji aliyê têkildar û bi taybet hêzên Ewlekariya Hindir dixwazin ji bi eşkerekirina rewşa Barzan lêkolînên xwe bidomînin.
Heger sûcekî Barzan Ferman hebe û di çarçoveya rewşeke taybet de hatibe girtin, dive ev li gorî yasayên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi raya giştî re were eşkere kirin û çarenûsa Nûçegihan Barzan Ferman were eşkerekirin.
Em wekî Yekîtiya Ragihandina Azad metirsîna xwe ya derbarê çarenûsa Barzan Ferman re parve dikin. Hêvîdarin di zûtirîn dem de çarenûsa wî diyar bibe.
YEKÎTIYA RAGIHANDINA AZAD

Leave A Reply

Your email address will not be published.