Qenat El-Siwês bû Taxa Cûdî…Zîwer şêxo

0 5

Piştî  qedandina kar ku pê re roj ber bi êvar ve diçû û  erd ber bi reşahiyê ve diçû. Ez li servîsa duyem siwar bûm ku bi riya vegera malê ketim. Di servîsê de ez rastî guhertinekê hatim, ew jî guhertina navê xeta servîsê bû.

Piştî silavê, min ji şifêr pirsî. (Taxa Cûdî)  Ma ev nav nû ye xal?

Got: Erê wellah …  bi dengekî qebe got, min dîsa pirsî ma êdî Qenata Siwês nema?!

Yekser xalê şifêr got Muxalifa wê 5 hezar wereq ye.

Wê çaxê min ferq kir ku xalê şifêr ji tirsa cezakirinê ango Muxalifê re  li ser silanderê Taksiyê nivîsa Qenata El Siwês rakiriye û li şûnê taxa Cûdî daniye.

Hêjaye ku em bêjin, di çarçoveya erebkirina navê bajar, bajarok, gund û taxên kurdan de û ya rast erebkirina kurdan e. Navê Taxekê  ji taxên Rojhilatê Bajarê Qamişlo(Taxa Qenat El-siwês) lê hatibû kirin.

Qenat El-Siwês  ku bi xwe navê bajarekî Misirî ye, lê; ji ber vekirina Qenalisyonekî ku deryaya spî bi ya Sor ve girê da bi navê Qenat El siwês hate naskirin.

Şofînizmên Ereb ên ku Sûrî hikum dikirin ev nav ji Misirê anîn û li taxeke Rojhilatê Qamişlo ku bi temamî kurd in, kirin.

Di wê dema ku ez û xalê şifêr diaxivîn de, kesekî deriyê servîsê li me vekir û li kêleka min rûnişt.

Ji xwe  Qamişlo cudahî hemû deveran e.

Di kursiya pêş de li kêleka şifêr du kes  di heman kursiyê de rûdinin!!!.

Êdî ez ketibûme navbera xalê şifêr û siwarê nû hatibû de ku bi xwe jî bi temenê xwe ji xalê şifêr jî mezintir bû û cixara  jî di destê wî de bû, xeyal bikin  du kes li şuna yek kesî rûnin û pileya germê li Qamişlo dighêje 43’an her wiha bi ser de jî dûmanê cixareya siwarvanê kêleka min em jeher dikirin.

Çawa siwar hat û berî ez bêhna Meşrûbê jê bikim,  min jê xwestibû cixareya xwe biavêje, bi avêtina cixareyê re ji xwe re dabû xeberan ne dê ne jî bav tiştek nehişt wê çaxê ne tenê  min, her kesî di erebê de ku jin jî hebûn ferq kiribûn  ku  siwarê nû serxweş e!!!

Lê; ji sixêf  û xeberdayînê  zêdetir, êdî keta  nava gazincan û nerazîbûna xwe ji  nazikbûna nifşa nû daxuyakirin , û ji min re got “hûna sedema  mestbûna min in”. Wê çaxê servîs gihabû cihê ku lê dakeve û çawa  ku  xwest dakeve ji bîr nekir ku lêborînê bixwaze. Xalê şifêr ê ku heta niha xwe ker kiribû.

Vê carê dora wî bû biaxive ku yekser piştî erebeya xwe meşand got bila  ên wek vî bigirin û bixin hebsê.

Li vir mudaxeleyek ji kursiya paş ve hat û yek ji her du jinan got ma wê apocî  kê rast bikin û kê rast nekin …

Di ber re  hevala wê dabû ber nifiran ji zilamê serxweş re  û got: Topa xwedê lê keto  … xwedê di cî de li yê wek vî xistibûna baş bû …

Li  vir min ji xalê şifêr xwest  ku min li serê kolanê daxe.

Diyar e ku tiştê hevpar di navbera me, ango siwarê vê servîsê du tişt bûn.

Li  vir min ji xalê şifêr xwest  ku min li serê kolanê daxe.

Diyar e ku tiştê hevpar di navbera me, ango siwarê vê servîsê du tişt bûn.

Ya yekem, guhertina navê taxa Qenat El- Siwês bi taxa Cûdî cihê razîbûna me bû û ya duyem nerazîbûna her yekî ji me ji halê wî/wê bû.

Leave A Reply

Your email address will not be published.