Encamname
Ber bi pêşxistina ragihandina nivîskî de. Durşim û armanca yekem dîdargeha ku yekîtiya ragihandina azad, li bajarê Qamişlo-hola Zana, di roja Înê de 21-6-2019’an lidar xist.
Dîdargehê, bi amadebûna nûnerên dezgehên ragihandina nivîskî û nivîskaran, rojekê berdewam kir û li ser du teweran hat dabeşkirin:
– Ragihandina nivîskî ya bi zimanê kurdî.
– Ragihandina nivîskî ya bi zimanê erebî.
Di pêvajoya dîdargehê de şeş semîner li ser dîrok, rewş û astengiyên li pêş ragihandina nivîskî hatin pêşkêşkirin û li ser wan gengeşe hatin kirin.
Di encama semîner û gengeşeyan de û ber bi pêşxistina ragihandina nivîskî de gerek e:
- Em Guh bidin belavok û kovarên zarokan yên bi zimanê wan, her wiha malbat, weke yekîneya sereke berê zarokên xwe bide xwendinê.
- Ji saziyên pêwendîdar, di destpêkê de Rêvberiya Xweseriya Demokratîk tê xwestin ku piştgiriya rojname û kovaran bikin.
- Ji partiyan ku di danûstandinên xwe yên fermî de zimanê xwe yê dayîkê bikar bînin.
- Pêwîst e ferhengeke taybet bi têgehên ragihandinê were amadekirin.
- Pêşxistina çanda xwendinê û piştgiriya avakirina pirtûkxane, çapxane û weşanxaneyan.
- Parastina mafê nivîskar û rojnamevanan.
- Danîna yasayên pêwîst, bi armanca piştgiriya ragihandina nivîskî.
- Pabendiya bi pîvanên nivîsandinê yên sereke.
- Di zanîngeha Rojava de beşekî taybet bi ragihandinê bi zimanê kurdî were damezirandin.
- Avakirina pirên têkliyê di nav saziyên rojname û kovaran de, her wiha bi saziyên gel û civakên din re.