Amarîka: Rûsiya terorê li dijî rojnamevananên wan dimeşîne
Amarîka got ku Rûsiya “Terorê” li ser xebatkarên çapemeniyê yên Amarîkî ku li Rûsiya kar dikin, dimeşîne.
Tewanbariya Amarîka dema Berdevkê Wezareta Karê Derve ya Amarîka Need Prais li Waşonton ji nûçegîhanan re diaxivî pêk hat. Prais got: “Wezaret Karûbarê Derve ya Rûsiya ji bo şîrovekirina bandora xeta dijberiya hikûmeta Amarîka ya li ser karê wan, bang hevalên we (Rojnamevanên Amarîkî) kir.”
Prais, axiaftina xwe wiha dewam kir: “Bela em zelal bin. Kirimlin bi giştî tevî êrişeke temam a li dijî azadiya çapemeniyê û azadiya gihandina agahiyê bû ye. Kedeke diyar ji bo tirsandina rojamevanên serbixwe dimeşîne.”
Prais, ev gava Rûsiya wekî bersivdayîna derbarê xistina Amarîka ya 3 kenalên Televizyonên Rûsiya di lîsteya xwe ya rewş de bi nav kir.
Hêjaye bibîrxistinê ye, Berdevka Karê Derve ya Rûsiya Mariya Zaxarova di meha gulanê de got heger Yûtyûb qedexeya civîna çapemeniyê ya wezerata wan a heftane dewam kir, wê ji Rsiya berdin rojnamevanên rojavayî.
Li aliyê din jî Zaxarova roja înê Amarîka tewam bar kir ku li welatê xwe zextê li dijî saziyên çapemeniyê yên Rûsiya yê dimeşînin.
Frans Pres
F