Hevserokên YRA li Reqa bi xebatkarên çepemeniyê re civiyan

0 18

Kordînasyona Yekîtiya Ragîhandina Azad (YRA) bi armanca parvekirina encamên kongreya xwe ya 6’an û hîn zêdetir pênasekirina Yekîtiyê bi rojnamevanên Reqa û Tebqa re civiya.
Civîn li hola Mişwar a bajarê Reqa bi beşdarbûna dehan xebatkarên ragîhandinê yên li Reqa û Tebqa dixebitin pêk hat.
Hevserokên YRA’YÊ Idrîs Ebdulah (Dilyar Cizîrî) û Malva Elî, her wiha endamên Kordînasyona YRA’yê ya li Reqa, Tebqa û Dêrizorê Hisên Osman û Şadiya Mihemed civîn birêve birin.


Cîgira Hevseroka Meclîsa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Emîna Osê û çend nûnerên sazî û dezgehên li Reqayê wekî mêvan beşdarî civînê bûn.
Di destpêka civînê de Emîna Osê axivî û bal kişand ser rewşa heyî ya li herêmê û rola sazî û xebatkarên ragîhandinê ji beşdaran vegot.
Paşê rêziknameya hindirîn a YRA’yê ji xebatkarên çepemeniyê re hate xwendin, paşê jî Hevseroka YRA’yê Malva Elî derbarê xebatên YRA ji bo pêşxistina xebatên çepemeniyê û rola Yekîtiyê ji bo parastina rojnamevanan axivî.
Di berdewama civînê de rêzikname û girîngiya pêşxistina têkiliyan di navbera sazî û dezgehên çapemeniyi de hate nîqaşkirin. Nûnerên YRA’yê jî bersiva pirs û nerînên beşdaran dan û rola YRA ji wan re pênase kirin.
Di dawiyê de jî nûçegîhan û xebatkarên çepemeniyê yên li Raqa û Tebqa kar dikin nerîn û nirxandinên xwe anîn ziman û hêvî kirin civîn û hevdîtinên wiha ji xebatkarên çepemeniyê re hîn zêdetir werin lidarxistin.

YRA

Leave A Reply

Your email address will not be published.