DAXUYANÎ JI RAYA GIŞTÎ RE:

0 74

 

Îro li Tirkiyê careke din mafê rojnamevanan hate binpê kirin û hejmarek kesên di saziyên ku bi awayekî fermî û li gorî yasayên dewletê kar dikin hatin binçav kirin.
Li gorî agahiyan polîsan bi ser malên gelek rojnamevanan de girtin û lêgerînên pêk anîn.
Di serdegirtinan de polîsan de Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê Serdar Altan, JINNEWS’ê Safiye Alagaş, edîtora JINNEWS’ê Gulşen Koçûk, edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Orûç û rojnameger Omer Çelîk, Sûat Dogûhan, Ramazan Gecîken, Berîvan Karatoprak, Neşe Toprak, Îbrahîm Koyûncû, Esmer Tûnç, Mehmet Şahîn, Zeynel Abîdîn Bûlût Mazlûm Dogan Guler, Elîf Ungur, Remziye Temel, Mehmet Yalçin hatin binçavkirin.
Dema serdegirtinê de telefon û hin amûrên dîjîtal ên xebatê hatin destserkirin.
Ji bilî serdegirtina malên rojnamevanan, polîsan bi ser buroya JINNEWS’ê ya li navçeya Yenîşehîrê ya Amedê de jî girtin. Di serdegirtinê de polisan kompîtûr, harddîskan û hin pirtûk û kovar desteser kirin.
Li gorî agahiyan tê gotin dibe hejmara binçavkiriyan zêde bibe.
Em wekî Yekîtiya Ragîhandina Aazad (YRA) ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet û tevahî Sûriyê ji bo mafê rojnamevanan têdikoşe, van kirinên dewleta Tirk ên li dijî yasayên navdewletî şermezar dikin û bi her awayî piştgirtiya xwe bi rojnamevanên destgirtî re nîşan didin.
Hêviya me ew e hemû rojnamevan di zûtirîn dem de serbest werin berdan û dewleta Tirk dest ji zext û zordariya li ser rojnamevan û saziyên ragîhandinê berde.
YEKÎTIYA RAGÎHANDINA AZAD (YRA)
08-06-2022

Leave A Reply

Your email address will not be published.