Nûçegihan Yagmûr Kaya destgîr kirin

0 9

Êrîşên li dijî rojnameger û rojnamevaniyê li Tirkiyê di asteke gelek xirap de ye, tevî girtin û binçavkirinê û her wiha kuştinê rêbend gelek li dora çapemeniyê tên avakirin.

Nûçegihana Arti Gerçek Yagmûr Kaya, dema ku çalakiya xwendekarên Zanîngeha Bogazîçî dişopand, ji aliyê polîsan ve hate destgîrkirin.

Polîsan rojnamger û nuçegîhana Arti Gerçek Yagmur Kaya binçav kir. Piştî 24 xwendekarên Zanîngeha Bogazîçî hatin binçavkirin, komek xwendekar li pêş Edliyeya  Stenbolê ya li Çaglayanê li hev kom bûn û xwest piştgiriyê bidin hevalên xwe yên destgîr kirî.

Dema xwendekarên Bogaziçî kom bûn, polîsan êrîşî komê kir. Di mudaxaleyê de polîsan nûçegîhana Arti Gerçekê Yagmur Kaya destgîr kir.

ANF

Leave A Reply

Your email address will not be published.