Peyama YRA Ji Bo 33`yemîn Xelatên Rojnamegeriyê Yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad

Yekîtiya Ragihandina Azad – YRA, bi boneya lidarxistina 33`yemîn belavkirina xelatên rojnamegeriyê yên Mûsa Anter û şehîdên çapemeniya azad, peyamek pîrozbahiyê ji Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firat şand. Di peyamê de Apê Mûsa û hemû şehîdên ragihandina azad bi bîr anî û daxwaza sizakirina qalitên Apê Mûsa kir.

0 22

Ji bo hevrêyên xwe yên Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê ya li Bakurê Kurdistanê yên rêzdar;

Yekîtiya Ragihandina Azad – YRA, hemû rojnamevan, kedkarên qada ragihandinê û organîzatorên 33`yemîn xelatên rojnamegeriyê yên Mûsa Anter, şehîdên çapemeniyê û beşdaran pîroz dike. Kevneşopiya xelatê ku ji sala 1993`an ve li ser bingeha rêzgirtina ji peyva azad, parastina bîra kesên ku jiyana xwe fedayî heqîqetê kirine, weke gerdişekî çapemeniya azad didome.

Apê Mûsa ne tenê navê xelateke rojnamegeriyê ye, lê belê sembola rojnamegeriya ku heqîqet kiriye berpirsiyarî, peyv kiriye helwest û parastina mafê civakê ya zanînê kiriye peyameke ku bi demê re sînordar nabe.

Apê Mûsa yek ji dengên girîng ên ku doza gelê Kurd birine qada nivîs û çapemeniyê ku dîroka gelê xwe, doza Kurd û nasnameya wî bi wêje û ragihandinê aniye ber çavên cîhanê. Ji ber vê jî mîrateya bi pêvajoya nifşên li pey hev ên rojnamevanên ku tevî zext, girtin, astengî û sansûrê meşa ber bi heqîqetê ve berdewam dikine re, hîna zindî ye.

Domandina van xelatan bo 33 salan, nîşan dide ku bîra rasteqîn a çapemeniyê têk naçe û mîrateya Apê Mûsa Anter û hemû şehîdên çapemeniya azad di wîjdanê nifşên nû de zindî ye. Xelat ne tenê rûmetdarkirina berheman e, lê belê qadeke parastina kevneşopiya çapemeniya berpirsiyar a azadî û heqîqetê ye.

Bi vê boneyê, em bi rêzdarî Apê Mûsa û tevayî şehîdên ragihandina azad ên rêya heqîqetê hilbijartine bi bîr tînin û carek din tekez dikin ku rêzgirtina ji bîra wan re ancax bi pêkanîna edaletê, eşkerkirina heqîqetê û darizandina qatîlên Apê Mûsa re pêkan be. Berdewamkirina sûcên li dijî rojnamevanan ziyanê dide cewherê azadiya çapemeniyê û civakê ji mafê xwe yê xwegihandina heqîqetê bêpar dihêle.

Em di Yekîtiya Ragihandina Azad – YRA de, hemû rojnamevanên ku peywirên xwe bi wêrekî û pîşeyî bi cih tînin, silav dikin, her wiha beşdarvan û xelatgirên 33`yemîn xelata Mûsa Anter û şehîdên çapemeniya azad pîroz dikin, bo wan jî serkeftinê dixwazin. Di heman demê de em tekez dikin ku wefedariya herî baş ji mîrateya Apê Mûsa û şehîdên ragihandina azad re, bi awayekî profesyonal, berpirsiyar û bi alîgiriya ji heqîqetê re pêkan dibe.

Yekîtiya

23.9.2026

Leave A Reply

Your email address will not be published.