Yekîtiya Ragihandina Azad – YRA, 12`emîn salvegera damezirandina Ajansa Nûçeyan a Roj News`ê li hemû rojnamevan, rêvebir, karmendên ajansê û tevayî kedkarên çapemeniya azad pîroz dike û ji wan re dewama serkeftinê di rêya şopandina heqîqetê de dixwaze.
Çawa ku em pêvajoya têkoşîn û keda we ya 12 salan aliyê şopandina bûyeran û belgekirina wan de nirxdar dibînin, her wiha em xebata hemû kedkarên we jî pîroz dibînin. Di heman demê de em hemû kesên ku giyana xwe di vê oxirê de feda kirine bi bîr tînin.
Em ji bo Ajansa Nûçeyan a Roj News`ê re, di xizmeta heqîqetê û veguhestina wê de, saleke nû ya tije serkeftin dixwazin, ku misyona xwe ya pîşeyî bi awayekî profesyonel bidomîne.
Yekîtiya Ragihandina Azad – YRA
1 Cotmeha 2026