Rojnamevanan bi boneya salvegera 3‘emîn a şehadetê rojnamevan Seyid Evran, merasîmek li ser gora wî ya li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan a bajarê Qamişloyê li dar xist.
Di destpêkê de mûm li ser gora şehîd hatin pêxistin, piştre Hevserokê Yekîtiya Ragihandina Azad -YRA Idrîs Henan axivî.
Idrîs Henan sersaxî da malbata şehîd Seyîd Evran û rola wî di warê ragihandina azad de vegot. Henan anî ziman ku şehîd mîrasek ji xebata çapemeniyê li pey xwe hişt û di salên şoreşê de çapemenî û rojnamevan bi pêş xistin.
Henan da zanîn ku xebatkarên çapemeniya azad ji ezmûna şehîd Seyîd Evran fêr bûn û soza berdewama xeta wî ya ragihandina heqîqetê da.
Prev Post





