Meclîsa YRA Çaremîn Civîna Xwe Ya Asayî Li Dar Dixe

Meclîsa Giştî ya Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA), duh roja Duşemê, civîna xwe ya çaremîn a asayî li dar xist.

0 19

Civîn bi xulekek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre, hevserokên YRA, Îdrîs Henan û Evîn Îbrahîm, axaftinên xêrhatinê pêşkêş kirin. Civîn ji aliyê hevseroka YRA, Evîn Îbrahîm, ve hate birêvebirin. Di axaftina xwe de, wê tekezî li ser girîngiya civînê û rola wê di şert û mercên hestiyar û guherbar ên ku herêm û Sûriyê tê re derbas dibin kir.

Di civînê de, dawîtirîn pêşketin û rûdanên siyasî û meydanî yên li Sûriyê û herêmê hatin nîqaşkirin. Herwiha, bandora van guherîn û pêşketinan li ser realîteya pîşeya ragihandinê û naveroka xebata saziyên çapemeniyê di van şert û mercên guherbar de hat nirxandin.

Herwiha, civînê bal kişand ser astengiyên ku li pêşiya kedkarên qada çapemeniyê hene, bi taybetî berfirehbûna xîtaba nefretê, berovajîkirina rastiyan, qeyd û astengiyên li ser azadiya derbirînê, û sînordarkirina azadiya meslekî.

Hevserokê YRA, Îdrîs Henan, raporek li ser nirxandina xebatên Yekîtiya Ragihandina Azad ji destpêka êrîşan li ser deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve pêşkêş kir. Di raporê de pêşketin û rûdanên dawî, herwiha guhertinên rêxistinî yên di avahiya YRA û mekanîzmayên xebatê de hatin nirxandin.

Endamên Meclîsê tekezî li ser naveroka karê YRA û mekanîzmayên danûstandin û hevrêziya wê bi navend û saziyên medyayî re kirin. Herwiha, bal kişandin ser girîngiya xurtkirina rola YRA, da ku bibe dergehek sereke ji bo rêxistinkirina qada çapemeniyê û rojnamevanan li herêmê û li ser asta Sûriyê bi giştî.

Endaman careke din bal kişand ser vê yekê ku YRA di rewşa niha de, bi taybetî li hemberî xitabên nefretê û hewldanên berovajîkirina rastiyan, rola pêşeng digire ser xwe. Herwiha, wan destnîşan kir ku YRA dê ji bo xurtkirina pîşeya rojnamegeriyê, parastina saziyên çapemeniyê û mafên kedkarên vê qadê, misyonên xwe bi awayekî berdewam û berpirsiyarî pêk bîne.

Di dawiya civînê de, endaman pêşniyar û nerînên xwe pêşkêş kirin da ku asta karê rojnamegeriyê bilindtir be û piştgiriya rojnamevanan bi awayekî berfireh û xurt bê domandin. Herwiha, wan tekezî li ser xurtkirina rola YRA wekî sîwaneke pêşeyî kirin, da ku maf û berjewendiyên kedkarên qada rojnamegeriyê biparêze û li hemberî hemû cureyên zext, astengkirin û binpêkirinan li ber xwe bide.

Leave A Reply

Your email address will not be published.