Yekîtiya Ragihandina Azad – YRA, îro li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî NY, li Qamişlo, ji bo şermezarkirina xîtaba nefret ku hemdemê êrişên li ser Şêx Meqsûd û Eşrefiyê derketiye pêş, mitîngek li dar xist.
Mitîng bi beşdariya dehan rojnamevan û nûnerên sazî û rêxistinên civaka sivîl hate lidarxistin. Beşdaran siloganên (bes e nefret û sorkirin) û wêneyên mecazî ku bang li parastina ewlehiya sivîl dikin, hildan.
Daxuyanî ji aliyê Hevserokê YRA Idrîs Henan û Şêwirmendê YRA Bunyad Cizîrî ve bi herdu zimanên Erebî û Kurdî hate xwendin.
Daxuyaniya YRA jî wiha ye:
“Em Yekîtiya Ragihandina Azad – YRA, bi tundî sûc û binpêkirinên giran ên li dijî sivîl û rojnamevanên herdu taxên Helebê, Şêx Meqsûd û Eşrefiyê, bomberdomana bê ser û ber, hedefgirtina saziyên sivîl û yên tendirustiyê, şermezar dikin ku kiryarên berbiçav ên li dijî yasayên navneteweyî yên mirovî û peymanên Cenevreyê ne.
Hedefgirtin û gefxwarina rasterast a li ser rojnamevanan, revandina wan û astengkirina şopandina serbixwe, siyasetek sîstematîk a bêdenkirina ragihandina azad û nixumandina heqîqetê ye. Her wiha sûc û destwerdana li ser azadiya derbirînê û mafê civakê yê wergirtina zanînê ye ku hewceyî lêpirsîneke zagonî ye.
Her wiha em hemleyên dezenformasyonê yên rêxistinkirî yên bi pêşengiya ragihandina fermî ya hikûmeta veguhêz û ragihandina ji aliyê hinek welatên kendavê û Tirikiyê ve tên fînansekirin, şermezar dikin ku bi rêbazên rewakirina komkuiyan, berovajîkirina rastiyan, spîkirina sûcan, pêşkêşkirina vegotinên yekalî û xirakirina rola çapemeniya azad, bûne hevkarên sûc û berpirsiyariya exlaqî û zagonî ya qetlikirina temenmezinan, jin û zarokan û xeteriya li ser jiyana rojnamevanan davêjin ser wan.
Li ser vê bingehê, em, daxwaz dikin ku derhal dawî li hedefgirtina sivîl û rojnamevanan were, lêpirsînên navneteweyî yên serbixwe dest pê bikin û hesab ji berpirsên van sûcan were xwestin. Her wiha em êrîşkaran û aliyên ku piştgiriya çapemeniyê û siyasî peyda dikin, ewlehiya sivîlan û jiyana xebatkarên ragihandinê dixin xeteriyê, xîtabê nefret, sorkirin û tundiyê gur dikin, rastiyan berovajî dikin, sûcan rewa dikin û aşîtiya civakî têk dibin, berpirsiyar dibînin.
Carek din em tekez dikin ku bi demê re sûcên hatine kirin ji holê ranabin, hewlên bêdengkirina ragihandina azad ku dengê qurbanî û wîjdanê mirovahiyê ye, nikarin heqîqetê veşêrin.
Em ê her alîgirên mirov, heqîqet, kedkar û xebatkarên ragihandina azad bin.
Yekîtiya Ragihandina Azad – YRA
14 Çile 2026“.







