Di 6 Çileya 2026`an de, komên çekdar ên bi ser Wezareta Parastinê ya Hikûmeta veguhêz li Sûriyê ku dewleta Tirk piştgiriya wan dike, bi hemû cureyên çekên giran, dironên xwekuj û bombekirî, êrişên tund û dijwar birin ser taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benîzêd ên Helebê ku di van êrişan de, alên çeteyên DAIŞ`ê pir eşkere ser cilên hin êrişkaran dihatin dîtin.
Paralelî van êrişan, ragihandvanên bi ser Hikûmeta veguhêz û çend kenalên ku ji kendavê ku piştevaniya siyasî jê werdigirin, dest bi hemleyên rêxistinkirî yên xapandinê kirin da ku rastiyên meydanî berovajî bikin, tirs û xofê bixin dilê sivîlan û bomberdomana bê ser û ber li ser taxan rewa bikin.
Em yekîtiya Ragihandina Azad – YRA, wan aliyên ragihandinê weke berpirsên rasterast ên pîşeyî û exlaqî dibînin. Her wiha em tekez dikin ku bi rêbazên berovajîkirina rastiyan, bikaranîna hinek têgehên ku xizmetê li polîtîkayên paqijkirina nijadî dikin, sorkirin, xîtabê nefretê, teşwîqkirina tundiya mezhebî û etnîkî, ew hevkarên sûcên in. Tişta ku îro li Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benîzêd diqewime, binpêkirina beloq ji mîsaqa rûmetê ya ragihandinê û şimitînek xeternak di pîşeya çapemeniyê de ye.
Li ser van bingehan em bang li rêxistin û saziyê navneteweyî yên têkildarî ragihandina azad dikin ku van binpêkirinan belge bikin û wan aliyên navborî weke hevkarên sûcên li dijî sivîlên Sûriyê tên kirin bihesibînin.
Yekîtiya Ragihandina Azad – YRA
8 Çile 2026