Li Sûdanê Rojnamevanek Hat Kuştin Çendek Jî Hatin Girtin

0 19

Hêzên Piştevaniya Lezgîn li bajarê Alfaşir ê Sûdanê, rojnamevan Tac Alsir Mihemed Silêman, birêvebirê boruya Ajansa Alsûdan – Sona, li mala wî kuştin û hinek din jî revandin.
Li gorî daxuyaniyek sersaxiyê, Wezîrê Ragihandinê li Sûdanê, Xalid Alaîsir diyar kir ku Hêzên Piştevaniya Lezgîn çend rojnamevanên girêdayî saziyên ragihandinê yên cuda girtine û ji bajarê Alfaşir birine Niyala û niha jî ti agahî di derbarê wan de nînin û rewşa wan a ewlehiyê bê gerantî ye.
Alaîser daxwaz kir ku saziyên navneteweyî yên têkildarî parastina rojnamevanan destwerdanê bikin û rewşa wan rojnamevanan bişopînin.
Li gorî sandîkeya rojnamevanên Sûdanê, kuştina birêvebirê boruya –Sona- beşek ji binpêkirinên xeternak en ku sivîl û rojnamevanên Darfor û herêmên din hedef digirin e.
Her wiha fikar û metirsiyên xwe di derbarê çarenûsa rojnamevan Muamer Îbrahîm ê li cem Hêzên Piştevaniya Lezgîn li Niyala hatiye girtin, anî zîman û berpirsiyariya ewlehiya wî ya gistî avêt li ser milê wan.
Ji bo kuştina Tac Alsir û birayê wî jî, banga lêpirsîneke navneteweyî ya lezgîn kir ku sûcdar bên darizandin û rojnamevanên hatine revandin jî serbest bên berdan. Her wiha daxwaz kir ku tedbîrên navneteweyî yên bi hêz werin girtin da ku kedkarên ragihandinê bên parastin.

Leave A Reply

Your email address will not be published.