YRA serdana malbata şehîd Îsam dike
Yekîtiya Ragihandina Azad – YRA, duh roja Çarşemê serdama malbata Şehîd Îsam Abdullah, nûçegihanê Ajansa Hawarê – ANHA li Dêrikê kir.
Di serdanê de hevserokên YRA Evîn Îbrahîm, Idrîs Henan û şêwirmend Bunyad Cizîrî cih girtin. Li Dêrikê jî, Bav, dê û birayê Şehîd Îsam pêşwaziya şandeyê kirin.
Ji aliyê xwe ve, malbata Şehîd Îsam bixêrhatina şandeya YRA kir û behsa jiyan û dilsoziya wî bi heqîqetê re kirin ku rolek girîng di veguhestin û ragihandina rastiyan de dilîstiye, lew re jî bû armanca êrişên dewleta Tirk a dagirker.
Hêjayî gotinê ye ku Şehîd Îsam Abdullah di şeva 20 Mijdara 2022an de, ji ber bomberdomana dewleta Tirk a li ser gundê Teqel Beqel ê Dêrikê, tevî 10 welatiyan din şehîd bû.