Yekîtiya Wênekêşên Fotografîk a Sûrî Deriyên Tomar û Beşdarbûna 2mîn Mihrîcana Wênêyên Fotografîk Vedike
Komîteya amadekar a Mihrîcana Wêneya Fotografîk a Duyemîn ku wê di 30 Çileya 2026an de li dar bikeve, ji bo tevlîbûna mihrîcanê deriyên tomarkirin û beşdariyê vedike.
Xalên Mihrîcanê:
- Pêşenghek wêneyên curbecur û çîrokên bi wêne.
- Sermînerên li ser wênekêşiya fotografîk.
Mijarên Wêneyan:
Xweza – çand û keleûpûr – berxwedan – jiyana cadê – astengî û êşên gelên herêmê.
Mercên Beşdariyê:
- Her wênekêşek dikare bi du wêneya beşdar bibe.
- Her wênekêşek dikare bi du çîrokan beşdar bibe, ji bo her çîrokekê jî bi kêmanî divê 3`ê wêne hebin.
- Nabe wêne li pêşengehên din hatibin pêşandan.
- Nabe wêne li ser platform û rûpelên medya dîjîtal hatibin belavkirin.
- Divê beşdar karê xwe sade, bê filter, zêdek û nîşaneyan bi karîteyek baş rêkin.
- Divê wênekêş navê xwe û kurtenivîsek li ser kar û cihê wêne lê hatiye kêşan binivîse.
Serlêdan û pêşwazîkirina karê wênekêşan wê hate 10 Çileya 2026`an bi rêya Maila fermî ya Yekîtiya Wênekêşên Fotografîk a Sûrî be.
Navnîşana Mailê: [email protected]