Sendîkaya Rojnamevanên Sûdanî Hûrgiliyên Girtin û Windabûna Rojnamevanan Berî Çend Rojan Li Alfaşir Eşkere Dike

Sandîkaya rojnamevanên Sûdanî raportek destpêkê li ser rewşa rojnamevanan li bajarê Alfaşir, di dema pevçûnên dawî de, belav kir.

0 15

Li gorî raportê; berî pevçûnan, di hundirê bajar û kampa Abo Şok de nêzî 20 jonamevanên jin û mêr hebûn, 12 ji wan reviyan bajarê Tewîla û 2 jî hatin dîlgirtin. Navên wan jî wiha ne; nûçegihan Mû`emar Îbrahîm û wêngir Îbrahîm Cibrîl Babo.

Li gorî raporta sendîkayê têkîlî bi 7 rojanmevanan re jî hatiye birrîn di nav de du rojnamevanên jin jî hene ku heya niha çarenûsa wan ne diyar e.

Raportê bi bîr anî ku demek beriya destwerdana Piştevaniya Lezgîn ser bajarê Alfaşir, 4 rojnamevanên din ji aliyê çekdarên wan ve bi zorê hatibûn xeybatkirin,

Sendîkaya rojnamevanên Sûdanî di raporta xwe de daxwazên xwe wisa rêz kirin:

  • Bê şert û merc serbestberdana hemû rojnamevanên di destê Hêzên Piştevaniya Lezgîn de.
  • Diyarkirina çarenûsa rojnamevanên hatine xeybatkirin û gerantîkirina ewlehiya wan.
  • Ji bo rojnamevanên li herêmên pevçûnan kar dikin, dabînkirina dergehên bi ewle.
  • Pêşkêşkirina piştevaniya tendirustî, derûnî, madî ji rojnamevanên sax re û misogerkirina gihandina alîkariyan ji wan re.
  • Bang li sazî û dezgehên navneteweyî yên têkildarî azadiya çapemeniyê û mafê mirovan in were kirin ku bi awayek lezgîn mudexele bikin û kiryarên li dijî rojnamevanan li Darforê bişopînin.
  • Zeftkirina hemû hemleyên dezenformasyonê yên nûçeyên derew di derbarê Alfaşir û Darforê de belav dikin û hesab ji wan pirsîn.
Leave A Reply

Your email address will not be published.