Şandeyek ji YRA û RMMS derbarê binpêkirinên li dij rojnamevanan de dosyayek pêşkêşî ofîsa NY li Qamişlo kir
Şasndeyek hevbeş ji Yekîtiya Ragihandina Azad – YRA û Rêxistina Mafê Mirovan li Sûriyê RMMS, serdana ofîsa NY li bajarê Qamişlo kir û dosyayek ku nameyek ji Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres re hatibû nivîsandin, dosyaya sûcên li dijî rojnamevanan hatine kirin û daxuyaniya Komîteya Lêkolîn û Şopandina Rastiyan a li ser sûcên li dijî rojnamevanan hatine kirin, bi herdu zimanên Erebî û Îngilîzî, pêşkêşî wan kir.
Şande ji Hevserokê Yekîtiya Ragihandina Azad – YRA, Idrîs Henan û Hevseroka Rêxistina Mafê Mirovan RMMS Evîn Cuma pêk dihat. Şadeyê diyar kir ku daxuyaniya bi dosyayê re hatiye pêşkêşkirin, ji aliyê Komîteya Lêkolîn û Şopandina Rastiyan ve ku sala 2024an hatibû damezirandin, di civîneke çapemeniyê de ku di 2ê Mijdara 2025an de, bi boneya Roja Navneteweyî ya Bidawîkirina Bêcezabûnê ji bo Tawanên li dijî Rojnamevanan hat lidarxistin, hatiye dayîn.
Di dosyayê de sûcên ku di sala 2025an de li dijî rojnamevanên jin û mêr ve, ku ji aliyê komîteyê ve hatibûn belgekirin, hebûn.
Şande ji aliyê du rêvebirên ofîsa Neteweyên Yekbûyî NY li Qamîşlo ve hate pêşwazîkirin, li wir nîqaşek li ser girîngiya şopandina rêyên yasayî û mafên mirovan di belgekirina binpêkirinan de hate kirin, di heman demê de tekezî li ser pêwîstiya xurtkirina hevkariyê bi saziyên navneteweyî, bi taybetî NY re hate kirin, da ku azadiya çapemeniyê were parastin û misogerkirin ku sûcdarên binpêkirinên li dijî rojnamevanan werin darizandin.