4’emîn Konferansa YRJ Bi Beşdariya 150 Delegeyan tê lidarxistin

Yekitiya Ragihandina Jin (YRJ) konferansa xwe ya 4’emîn, bi dirûşma “Bi mezinkirina YRJ’ê em ê bibin dengê şoreşa jinê” li dar dixe. Konferans li hola Zanîngeha Rojava ya li bajarê Qamişlo yê kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi beşdariya 150 delegeyan tê lidarxistin.

0 28

Konferans bi beşdariya 150 delegeyan, hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed, nivîskarên jin, nûnerên Kongra Star, nûnerên dezgehên jinan ên Rêveberiya Xweser, Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD), TEV-DEM’ê hate lidarxistin.

Konferansê bi deqeyeke rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir û piştre berdevka YRJ’ê Arîn Siwêd axaftina vekirinê kir û bixêrhatina beşdaran kir.

Piştî axaftina vekirinê ji bo rêvebirina konferansê dîwanek ji 5 kesan hat hilbijartin.

Dê li ser xebatên YRJ’ê sînevîzyon bê pêşandan, li ser navê Rêveberiya Xweser û Kongra Star axaftin bê kirin, rapora xebatên 4 salan bê xwendin, rewşa rêxistinî û rêzikname bên nîqaşkirin, meclis bê hilbijartin û bi daxuyaniyekê bi dawî bibe.

Ragihandina Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di 28’ê Hezîrana 2020’an de bi beşdariya 86 delegeyan konferansa xwe ya sêyemîn li dar xist û avakirina YRJ’ê ragihand. Niha 557 rojnamegerên jin endamên YRJ’ê ne. Li gorî rêziknameya YRJ’ê her du salan carekê konferans pêk tê, lê ji ber rewşa ewlehî û êrişên li ser herêmê ev 4 salin konferans pêk nehatiye.

 

Leave A Reply

Your email address will not be published.