Komîteya Lêkolîna Rastiyan: Di salekê de 9 rojnamevan li Sûriyeyê hatine kuştin
Komîteya Lêkolîna Rastiya sûcên Li Dijî Rojnamevanan ragihan ku li Sûriyeyê 9 rojnamevan şehîd bûne. Komîteyê diyar kir ku wan 7 dosya amade kirine ku dê ji saziyên navneteweyî yên bi mafên rojnamevanan re eleqedar re werin pêşkêş kirin.
Komîteya Lêkolîna Rastiya sûcên Li Dijî Rojnamevanan, ku ji Yekitiya Ragihandina Azad (YRA), Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê û komek çalakvanên mafên mirovan û rojnamevanên serbixwe pêk tê, îro li Bexçeyê Xwendinê yê li bajarê Qamişloyê bi boneya Roja Navneteweyî ya Bidawîkirina Bêcezabûnê ji bo Tawanên Li Dijî Rojnamevanan, civîneke çapemeniyê li dar xist.
Şêwirmendê Hevserokên YRA’yê Binyad Cizîrî, daxuyaniyek xwend û rewşa rojnamegeriyê li Sûriyeyê, binpêkirin û tawanên li dijî rojnamevanan nirxandin û daxwaza parastina qanûnî ya ji bo wan kir.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku bi armanca veşartina rastiyê û veşartina binpêkirinên ku di dema şopandina bûyeran de tênekirin, rojnamevan gelek caran bûne hedefên aliyên şer.
Di daxuyaniyê de hate zanîn ku xetereyên li ser rojnamevanan li Sûriyeyê zêde dibin, ji ber xebata wan di hawîrdorek pir tevlihev û nakok de, di nav pevçûnên çekdarî, binpêkirinên berdewam û gefên dubare ji gelek aliyan ve. Gelek rojnamevanên Sûriyeyî ji bo ragihandina rastiyê jiyana xwe winda kirine, her wiha jiyana pirên din di xetereyê de ye, ku gelek ji wan neçar bû ji welat derkevin.
Di daxuyaniyê de hat aşkerekirin ku di sala 2025`an de binpêkirinên li dijî rojnamevanan wekî kiryarên kuştin, girtin, binçavkirinên keyfî, êrişên rasterast, rawestandina ji kar û astengkirina şopandinê zêde bûne. Hate gotin, ev binpêkirin di nava rewşa nebûna çarçoveyek qanûnî ya zelal ji bo parastina rojnamevanan de, pêk hatine.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “6 rojnamevanên Sûriyeyî dema ku bûyerên li welêt dişopandin hatin kuştin, her wiha 2 rojnamevanên ku ji bo Ajansa Nûçeyan a Hawar û Ajansa Nûçeyan a Firatê dixebitin dema ku ew ji şopandina êrişên li ser Bendava Tişrîn vedigeriyan wesayîta wan rasterast ji hêla dronekê ve hate hedefkirin û şehîd bûn. Her wiha rojnamevan Şervan Sîdo jî di encama topbarana rasterast a Tirkiyeyê de dema ku heman bûyeran dişopand şehîd bû. ”
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku 9 xebatkarên medyayê dema ku êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê li ser Bendava Tişrînê dişopandin, hatine hedefgirtin û birîndar bûn. Her wiha 6 rewşên êriş û çavtirsandina li dijî rojnamevanan li çend herêmên Sûriyeyê hatine tomarkirin.
Di daxuyaniyê de her wiha belgeyên girtina keyfî ya rojnamevanan jî hebûn, ku 7 rojnamevan li herêmên di bin kontrola Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê de hatine girtin.
Di daxuyaniyê de hate got: “Em wek Komîteya Lêkolîna Rastiya Sûcên Li Dijî Rojnamevanan ku di sala 2024`an de li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat damezrandin, armanc me ew ku binpêkirinên li dijî rojnamevanan li Sûriyeyê hatine kirin bişopînin û lêkolîn bikin û hesabpirsîna qanûnî dixwazin.”
Komîteyên di dawiya daxuyaniya xwe de çend daxwaz rêz kirin, ji wan:
-Pêkanîna biryarên NY’yê û parastina ewlehiya rojnamevanan.
– Avakirina mekanîzmayeke çavdêrî û rapordanê ya serbixwe di derbarê sûc û binpêkirinên giran ên li dijî rojnamevanan li deverên pevçûnên çekdarî hatine kirin de, ku bikaribe lêpirsîna sûcdaran bike li hemû deveran bê qeyd û şert bike.
-Rêzgirtina rola rojnamevan û nûçegihanan li deverên pevçûnên çekdarî.
-Lêpirsîna hemû binpêkirinên giran ên li dijî rojnamevanên Sûriyeyê hatine kirin û hesabpirsîna hemû sûcdaran bi rêya mekanîzmayên dadwerî yên neteweyî û navneteweyî yên zelal.





