Ji bo bîranîna şehîd Dilîşan Îbiş… Darên çinarê li Girê Miştenûrê li Kobanê hatin çandin
Ji bo bîranîna nûçegihan û rojnamevana Ajansa Nûçeyan a Hawarê şehîd Dilîşan Îbiş, hevalên wê, malbat û Desteya Jîngehê ya Kantona Firatê li Girê Miştenûrê li Kobanê çalakiyek çandina darên çinarê li dar xistin.
Endamên Meclîsa Giştî ya Yekîtiya Ragihandina Azad – YRA yên li Kantona Firatê jî beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de, hevalên şehîd, di salvegera heştemîn a şehadeta wê de, soza xwe ya berdewamiya rêya têkoşînê û şopandina şopa wê piştrast kirin û pêkanîna arman û xeyalên wê, tekez kirin













