YRA şehîdên ragihandinê li Qamişlo bi bîr tîne
Yejîtiya Ragihandina Azad – YRA, li Qamişlo, şehîdên ragihandinê; nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Hawarê Saad el-Ehmed, nûçegihanê Çira TV Mihemed Reşo, wênekêş û derhênerê sînama Wîdad Ardemcî, û rojnamevana Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Dîlan Olmaz, di şeşemîn salvegera şehadeta wan de li goristana Şehîd Delîl Saroxan merasîmek bîranînê li dar xisti.
Yekîtiya Ragihandina Azad – YRA ji bo 6ˊemîn salvegera şehadeta nûçegihana ajansa me Saad El Ehmed, nûçegihanê Çira TV Mihemed Reşo, wênekêş û derhênerê sînema Wîdad Ardimcî (Welat) û xebatkara çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Dîlan Olmaz merasîma bibîranînê li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan a Qamişlo li dar xist. Şehîd Saad Ehmed, Mihemed Reşo û Dîlan Olmaz di 13ˊyê Cotmeha 2019ˊan de û Wîdad Ardimcî di 10ˊê Cotmeha 2019ˊan de li Serêkaniyê şehîd bûbûn.
Di merasîmê de endamên Meclîsa Malbatên Şehîdan û hevrêyên şehîdan amade bûn.
Di merasîma bibîranînê de li ser navê Yekitiya Ragihandina Azad -YRA şêwirmend Bunyad Cizîrê axivî û got: “Di şexsê Mihemed Reşo de em hemû şehîdan bi bîr tînin. Bê guman şehîd Mihemed da pey şopa şehîdên me yên çapemeniya azad û xwest rastiya planên qirêj ji cîhanê re aşkera bike. Şehîdan xwestin bi kamereya xwe rastiya êrişan û dijmin ragihîne û di vê rêyê de gihîştin asta şehadetê”.
Piştre bavê şehîd Mihemed Reşo, Hisên Reşo axivî û got: “Em îro 6’emîn salvegera şehîdên xwe bi bîr tînin û êşa xwe bi we re parve dikin, em ê li ser rêya şehîdên xwe bimeşin”.
Aliyê xwe ve hevalê şehîd rojnemevanê Çira TV Zinar Cefer got: “Mirov çiqas behsa şehîdan bike nikare mafê wan bide. Wek rêhevalên şehîdan, me soz daye armancên wan pêk bînin û şopdarê rêya wan bin”.







