YRA Di Furomeke Diyalogê De Bandorên Xeternak ên Madeyên Hişber Li Ser Civakê Nîqaş Dike

Yekîtiya Ragihandina Azad – YRA, duh roja Duşemê, beşdarî furomeke diyalogê ku Komeleya Şawîşka a Jinan, ji bo hişyarkirina civakê li ser xeteriyên madeyên hişber bi rêxistin kiriye, bû.
Endama Desteya Birêvebir a YRA hevkar Ferîde Hemkî, li ser vexwendnameya Komeleya Şawîşka, beşdarî rûniştinê bû.
Rûniştin bi sernavê “Furoma diyaloga li ser siyasetên narkotîkê û jinan” bû.
Furomê rola ragihandinê di hişyariya civakê, taybet jin û ciwanan de bi bîr anî ku karibe rê li ber belavbûna madeyên hişber bigire.
Beşdarên rûniştin bal kişandin ser belavbûna madeyên hişber di nav civakê de, her wiha tekezî li ser rola sazî û dezgehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya hişyarî û rêgirtina li ber vê nexweşiyê kirin.
Di dawiya furoma diyalohê de, beşdaran carek din rola saziyên ragihandinê û yên dîtir girîng û mezin nirxandin ku dikarin bi rapor û nûçeyên amade dikin re, rê li ber belavûna madeyên hişber bigirin.



