YRA 13mîn salvegera damezirandina Radoyaya Orkêş FM bi peyamekê pîroz Dike

0 20

Yekîtiya Ragihandina Azad – YRA; 13mîn salvegera damezirandin Radyoya Orkêş FM ku navenda wê li Amûdê ye, bi peyamekê pîroz kir.
Di peyama YRA de ev tişt hat gotin;
“Rêvebir, hevkar û kedkarên Radyoya Orkêş FM:
“Bi boneya 13mîn salvegera damezirandina Radyoya Orkêş FM, Yekîtiya Ragihandina Azad – YRA, pîrozbahiyek germ û hêviyên xweşbîn pêşkêşî we dike. Keda mezin ku hûn ji bona radyoya we bibe çireyeke rastî û ragihandina azad didin, berbiçav e.
Radyoya we, di dirêjahiya 13 salan de, tekezî li misyona xwe ya sereke di pêvajoya ragihandina azad de kir ku rolek aktîv di gihandina dengê heqîqetê û teyisandina rasiya jiyan li herêmê de list. Ji bona ku bimîne wijdana zindî û dengê civakê, li hemberî hemû şert û mercên giran rawestiya.
Di dawiyê de; em serkeftin û pêşketinê ji we re hêvî dikin ku di xeta gihandina nameya ragihnadinê ya birûmet de bi israr bin.
Yekîtiya Ragihandina Azad – YRA
01/09/2025”

Leave A Reply

Your email address will not be published.