CPT Nêzîkatiyên Desthilatadariyê Herêmê Li Dijî Rojnamevanan Şermezar Dike

0 15

Tîma Rêxistina Avakirina Aştiya Civakê ya Emerîkayê ya li Kurdistanê-Iraqê (CPT) têkildarî dadgehkirina rojnamevan Şêrwan Şêrwanî peyamek belav kir.
CPT’ê di peyama xwe de bal kişand ser ne dadmendiya dadgehkirina rojnamevan Şêrwan Şêrewanî û mafê raderbirînê û got: “Nêzîkatiya dijminane û ne dadperwer ya desthilata herêmê ya li ser rojnamevan Şêrwan Şêrwanî û azadiya raderbirîn ya li Herêma Kurdistanê dewame.”
CPT’ê ragihand ku Şêrwan Şêwanî li Dadgeha Binislawe hate dadgehkirin û dadgehkirina wî bi qasî 2 saetan dom kir û ev got: “Rojnamevan Şêrewan Şêrewanî bi gorî madeya 229 ya yasaya hejmara 111 ya cezayê Iraqê hate dadgehkirin. Di dadgehê de bi sûcê êriş biriye ser karmendeke ewlekatiyê ya li nava Girtîgeha Hewlêr bi cezayê 4 sal û 5 mehan hate girtin.”
CPT’ê anî ziman ku Desteya Serbixwe ya Mafê Mirovan, Nûnertiya Sefaretxaneya, Ajansa Navneteweyî û gelek Parlementer çavdêrî dadgehkirinê dikirin. CPT’ê diyar kir ku gelek binpêkirinê tund bi eşkere bi çavê xwe dîtiye û wiha rêz kir:
“Rê nehate dîtin ku parêzer dosyayê, lêpirsînên tevahî û pêşkêşkirina dosyayê bibîne.
Hindirê dadgehê û derveyî dadgehê hêzeke zêde ya leşkerî hatibû veqetandin. Hinek hêzên ewlekariyê yên sivîl di nava çavdêran, malbat û hevalên Şêrwan de rûniştibûn.
Gilîkar îdîa kir ku dema Şêrwan gef li wî xwariye du şahidên wî hene. Şêrwan ev yek red kir û daxwaz kir ku dîmenên dema bûyerê bên nişandan. Bi hinceta ku kamera wê rojê xirab bûne ti dîmen weke delîl nehatin nişandan.
Di dadgehê de hinek parvekirinê tevna dijital weke delîl hatin nîşdan. Gilîkar destnîşan kir ku heqaret li wî hatiye kirin. Dîmenê ku 2022-2023’an hate weşandin wê deme Şêrwan Şêrwanî li girtîgehê bû. Ji xwe rê nayê dayîn li girtîgehê tevnên civakî bên bikaranîn. Ev çawa dibe Şêrwan Şêrewanî li girtîgehê dîmen bikişîne û belav bike. Çawa ev yek weke delîl bê nişandan?
Li gorî yasaya Şêrwan Şêrwanî hatî sûcdarkirin cezayê herî giran 2 salin. Çawa dibe ku 4 sal û 5 meh ceza bê dayîn.
Ji ber nebûna cih, ne nûnerên sefaretxane, rêxistin, Parlementer û heta malbata Şêrwan Şêrwanî nekaribûn bi awayek baş darezandinê bişopînin.
Piştî dadgehkirinê hinek rojnamevan, çalakvan û malbata Şêrwan Şêrwanî li ber derê avahiyê çalakî kirin. Lê komeke çekdar bi cilên sivîl êriş bire ser wan û li wan dan.”
CPT’yê anî ziman ku ew li dijî bikaranîna pergala dadweriyê ya ji bo sergirtina azadiya ramanê, çavtirsandin û tolhilgirtina li rojnamevanan derdikevin û qebûl nakin.
CPT’ê herî dawî bang li hemû saziyên mafê mirovan, sefaretxane, nûnertiyên welatan, rêxistinê herêmî û navneteweyî kir ku zexteke cidî bikin ji bo Şêrwan Şêrwanî di dema dadgehkirina temîziyê de sûcê wî bê betalkirin.

JÊDER: ROJ NEWS

Leave A Reply

Your email address will not be published.