“Hevkarên me yên rojnamevan, endamên Yekîtiya Ragihandina Jin – YRJ;
Em bi kêfxweşî û dirustî salvegera şeşemîn a damezirandina Yekîtiya Ragihandina Jin – YRJ pîroz dikin.
Şeşemîn salvegera damezirandina yekîtiya we, şahidiya zindî ji rêwîtiya jinên bêhempa re dike ku bi pênûseke tawîz nade û bi kamareyeke li hemberî tawanên herî hovane û binpêkirinên herî tirsnak nelerize, ala azadiya ramanê hilgirtin. Bi vî rengî jî, çapemeniyeke rasteqîn ku tenê alîgirê heqîqetê, dûrî perspektîfên desthilatê û zextên wê ye ava kirin.
Bi çirûska yekemîn a şoreşa jinê li Rojava, hûn di sengerên pêşîn ên pêşengiya medyayî de bûn, we birînên axê belge kir, derew û nerewatiya dagirkeriyê eşkere kir, we bi wêrekî û mêrxasiyeke bêhempa jî dengê jina şoreşger gihand cîhanê. Ji bo vê armanca buha jî, bê dudilî we her tişt feda kir. Şehîdên ragihandinê jî bûn çireya ku bi ronahiya xwe heta bi heta rêya me ronî dikin. Şehadetê nekarî giyana wan vemirîne, lê belê di bîra têkoşînê de her zindî û mayînde kirin.
Îro jî hûn wê rêwîtiyê bi bawerî û serbreke bêdawî didomînin, ala felsefeya azadiya jinê bi slogana “Jin Jiyan Azadî” hildigirin û di her peyva tê nivîsandin û wêneya tê kişandin de diteyisînin. Ji lew re jî hûn dengê herî dirust ê jinê ne û afrînerên hişmendiya şoreşgerî ya rasteqîn in.
Rêz û silav
Yekîtiya Ragihandina Azad – YRA
28/6/2026″.