Yekitiya Wênekêşên Fotografiyê ya Sûriyeyê li bajarê Qamişloyê dewreya perwerdê ya wênekêşiya fotografiyê ya bi beşdariya 13 stajyeran bi dawî kir.
Yekîtiya Wênekêşên Fotografiyê ya Sûriyeyê duh li Parka Xwendinê ya bajarê Qamişloyê, bi amadebûna nûnerên; Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA), Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) endamên Yekîtiya Wênekêşên Fotografiyê ya Sûriyeyê şahiya bidawîkirina dewreya wênekêşiyê li dar xist û bawername li ser 13 stajyêran belav kirin.
Dewre ji 18ˊê Cotmehê heta 18ˊê Kanûnê dewam kir.
Şahî bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî li ser navên Yekîtiya wênekêşên Fotografiyê ya Sûriyeyê Ehmed Mardinlî, Tevgera Civaka Demokratîk Hisên Wilo, Yekîtiya Ragihandina Azad – YRA Idrîs Henan axaftin hatin kirin.
Hevserokê YRA Idrîs Henan di axaftina xwe de spasiya stajyêran û mamosteyan li ser keda ku dane kir.
Henan bi bîr anî ku; wêne ne tenê amûrekî belgekirina realîteyê ye, êdî amûrekî avakirina hişmendiya raya giştî, helwestên fikrî û exlaqî ku bi hêza xwe ya hestiyariyê û leza belavkariyê, bandora peyvê jî derbas kiriye.
Hevaserokê YRA Idrîs Henan di dawiyê de got: Wêne berî fikirekî rexnedar, helwestên derûnî ava dikin û bi rewşa xwe ya dîtbar re bêhişiya kolektîf diafirîne.
Şahî bi belavkirina bewername û xelatan li ser stajyêran bi dawî bû.
Prev Post





