YRJ’ê Dilîşan Îbiş û Hogir Mihemed bi bîr anîn
Yekîtiya Ragihandina Jin – YRJ bi boneya salvegera 8’an a şehadeta nûçegihanên me Dilîşan Îbiş û Hogir Mihemed daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de YRJ got: ” YRJ’ê Dilîşan Îbiş û Hogir Mihemed bi bîr anîn û diyar kir ku dê bi gotina azad û helwesta wêrek mîrateya wan biparêzin”.
Daxuyanî bi vî rengî ye:
“Em rojnamevana azad Dilîşan Îbiş bi bîr tînin. Dilîşan Îbiş û hevreyê me yê rojnamevan dema erka xwe ya ragihandina heqîqetê bi cih dianîn, şehîd bûn. Mîna vê rojê di sala 2017’an terorîstan hewl dan dengê heqîqetê vemirînin, lê xwîna her du şehîdan di meşa ragihandina azad de bû ronahiyek ku nayê vemirandin.
Dilîşan dengê jina berxwedêr bû, helwesteke siyasî ya zelal e û israra ku jin di xetên pêşîn ên berxwedanê de nîşan de bû. Dilîşan kamereya xwe wekî çekekê li hemberî tarîtiyê rakir û dengê wê mîna sîleyekî li hember pergalên çewisandina deng û gotina jinên azad bû.
Şehadeta Dilîşan ne dawî bû, lê belê bû destpêka qonaxeke nû ya têkoşîna jinên rojnamevan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Piştî şehadeta Dilîşanê bi dehan jinên rojnamevan dan ser rêya wê; êriş û eniyên şer dişopînin, sûcan belge dikin û li her gundekî û bajarekê çîrokên jinên berxwedêr vediguhêzin.
Em di Yekitiya Ragihandina Jin (YRJ) de bi vê boneyê diyar dikin ku dengê jinên rojnamevan yek ji stûnên şoreşa civakî ya Rojavayê Kurdistanê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Fedakariya Dilîşan û Hogir û tevahî şehîdên gotina azad dê pusuleya me ya ber bi ragihandina jin a berxwedêr ve bimîn.
Di dawîn de em soza xwe nû dikin ku em rêya Dilîşanê bidomînin û bi gotina azad û helwesta wêrek mîrateya wê biparêzin. Em ê li hemerî hemû hewldanên bêdengkirina dengê jinan peyama Dilîşanê hilgirin; ji ber ku heqîqeta ku Dilîşanê bi xwîna xwe nivîsandiye beşek ji nasnameya me ya çapemeniyê ye û beşek ji têkoşnîa me ya domdar a ji bo edalet, azadî û wekheviyê ye.
Dilîşan ne bîranîn e, lê rêya ku em temam dikin e. Dilîşan ji bo hemû jinên ku gotina heqîqetê hilbijartine û bi berdêlan parastina vê heqîqetê dikin, hebûneke daîmî ye”.