YRA Hemleyên Berovajîkirin û Kûrkirina  Cudakariyê Li Dijî Şêx Meqsûd û Eşrefiyê Şermezar Dike

0 22

Yekîtiya Ragihandina Azad – YRA, êrişên hêzên Wezareta Parastinê ya girêdayî Hikûmeta veguhêz a Şamê li dijî sivîlên taxên Şêx Meqsûd û Eşerefiyê yên Parêzgeha Helebê, tevî hemleyên sorkirinê ku hemû nirxên ragihandina azad yên pîşeyî û mirovî binpê dikin, bi tundî şermezar dike.

Rastiyên bi dîmen û deng ên di dema êrişan de hatine belgekirin, beşdariya hejmarek dezgehên ragihandinê û rojnamevanan nava hemleyên tûjkirin, sorkirin û rewakirina şîdet û komkujiyan eşkere kirin ku binpêkirinên li dijî sivîlan vedişêrin û bi awayekî beloq cewherê peyama ragihandinê ya li ser bingeha heqîqet, bêalîbûn û berpirsiyariyê berovajî kirin. Di dîmenan de derket ku hinek kesên qaşo rojnamevan in, dema êirş dişopandin, çekên xwe bi awayekî bervbiçav li ser kemberên xwe nîşan didan, ev yek jî delîlek qutûbir e ku ragihandin hatiye polîtîzekirin û veguherandina amûreke propaganda ku li ser hesabê heqîqet û mirovatiyê xizmetî ajîndeyên otorîter dike.

Yekîtiay Ragihandina Azad – YRA, tekez dike ragihandina ku nefret û cudakariyê kûr dike û tewanan vedişêre ne kêmtirî pêkanaîna sûc e. Ji lew re jî, em bang li hemû saziyên ragihandinê, mafê mirovan ên herêmî û navdewletî yên têkildar dikin ku helwestek zelal li dijî van kiryaran nîşan bidin ku gefê li baweriya bi pîşeya rojnamegeriya li Sûriyê mayî dixwin.

Gotin berpirsiyarî e, bikaranîna wê jî ib o nefret û kuştinê, xiyaneta ji prensîbên wê re ye. Em tekez dikin ku heqîqet wê her tim ji her hewldaneke berovajîkirin û xapandinê bi hêztir be.

Yekîtiya Ragihandina Azad – YRA

07/10/2025

 

Leave A Reply

Your email address will not be published.