Yekîtiya Ragihandina Azad bi dirûşmeya “Bi Hev Re Li Dijî Ragihandina ku Nefret û Cudakariyê Kûr Dike Derkevin!”, dest bi kampanyaya komkirina îmzeyan dike.
Yekîtiya Ragihandina Azad li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di pêngaveke ji bo pêşxistina nirxên hevborîn û parastina medyaya pîşeyî, di bin dirûşmeya “Bi Hev Re Li Dijî Ragihandina ku Nefret û Cudakariyê Kûr Dike Derkevin!” de, bi armanca ku rê li ber gotarên tundrew ên gefê li hevgirtina civakî dixwin û pevçûnan gur dikin were girtin, kampanyayek îmzeyan da destpêkirin.
Kampanya bang li hemû rojnamevanan dike ku îmzeya xwe bavêjin bin mîsaqa exalaqî ya karê rojnamegeriya ku rê li ber bikaranîna platformên medyayî yên nefret û dijatiyê belav dikin, bigire. Di heman demê de tekezî li rola ragihandinê ya avakirina aştî, civakeke demokratîk û mafê xwezayî ya xweginadina agahiyê dike.
Em bawer dikin ku ragihandina azad bingeha demokrasiyê ye, lê azadiya wê jî nayê wateya propagandaya ji ramanên tundrew re. Ka em bi hev re li dijî nefretê rawestin.
Bi rêya lînka li jêr, beşdarî kampanyaya me bibin ku em bi hev re ragihandinek azad û berpirsiyar ava bikin.
Bi Hev Re Li Dijî Ragihandina ku Nefret û Cudakariyê Kûr Dike Derkevin
معاً لنرفض خطاب الكراهية والتحريض الإعلامي
https://forms.gle/b8GNBhRLvtzJdAYB9