LI NÎJERÊ WEŞANA FRANS 24 Û RFI HATE RAWESTANDIN

Rêveberiyên saziyên ragihandinê Frans 24 û RFI ragihandin ku weşana wan li Nîcer a ku ji beriya 2 mehan ve derbeye leşkerî lê hatiye jiyankirin, hatiye rawestandin.
Ajansa Frans Prees derbarê mijarê de li ser malpera xwe nûçe parvekir û diyar kir ku ji roja pêncşemê ve weşana herdû saziyan hatin rawestandin.
Li aliyê din jî berpirsekî Frans Prees ne xwest navê xwe aşkere bike diyar kir ku weşan li ser daxwaza rêveberiya nû ya Nîjerê hatiye rawerstandin.
Rêveberiyên herû saziyan jî biryar şermezar kir û li derveyî pîvanên qanûnî pênase kirin.