LI KAMÎRON ROJNAMEVANEK HATE KUŞTIN

0 5

Gerîrindeya Rojnamevanan a Kamîron ragihand ku rojnaemvan Anî Nedî Neso bi guleyên çekdaran li bajarê Bamînda ya li bakur-rojavayê Kamîronê hate kuştin.
Rojnamevan Neso di herêma rojava û bakur-rojavayê welat de wekî Mudîrê rojnameya Edovkît a heftaneye. Dema rastî êrişê hate li Barekê li herêma Natrîkon a Bamînda bû.
Girêndeya Rojnamevanan xwest lêpirsîn derbarê bûyera kuştinê de were vekirin û kujer werin darizandin.
Li gorî agahiyên têne belavkirin, kuştina rojnamevan di çarçoveya şerê di navbera desthilata Kamîrûn û hin komên çekdar di herêmên bi zimanê Ingilîz de diaxivn pêk hatiye. Şerê wan ji sala 2017’an de destpê kiriye û bûye sedema kuştina 3 rojnamevanan jî di nava de bi hezaran.

Leave A Reply

Your email address will not be published.