DADGEHA RÛSIYA 9 SAL GIRTÎGEH LI ROJNAMEVEKÎ BIRÎ

0 2

Dozgeriya Rûsiya bi îdaya rewşkirina Artêşa Rûsiya 9 sal cezayê li rojnamevanê Rûsî Aliksandar Nîfzwrov birî.
Berdevkê dadgehê ji Rojnameyek Rûsî re ragihand ku bêyî Alksander hazirbe, cezayê xiyabî lê hate birîn. Rojnamevanê Rûsî Alksander di nava civaka Rûsiya de wekî rojnamevan û pêşkêşvanê Televizyonê tê naskirin. Di salên navbera 1993-2003’an de endamê Meclîsa Dûma ya Rûsiya bû.
Rojnamevan Alsander li ser rûpela xwe ya Instgram û li ser kanala xwe ya Yutob agahiyên derbarê êrişa hêzên çekdarî yên Rûsiya li diî nexweşxaneya zayîna jinan li bajarê Maryopol weşand. Îdaya jî ew agahî wekî nûçeyên derew pênase kir.
Li gorî dozgeriyê wêneyên sivîlan ên Alksander weşandine û îda dike welatiyên sivîlin ne rastin û çavkaniya wan ragihandinên Ûkranya ne.
Dema weşandina wêneyan Alksander got ku ew li derveyî Rûsiya ye û nakeve ber zagonên wê de.

Leave A Reply

Your email address will not be published.