DI SALA 2022’AN DE 375 ROJNAMEVAN HATINE KUŞTIN

Yekîtiya Rojnamevanên Navdewletî bi raporekê diyar kir li seranserî cîhanê 375 rojnamevan di girtîgehan de ne. Piraniya wan di girtîgehên Tirkiyê, Çîn û Menmarê de ne.
Li gorî rapora Yekîtiya Rojnamevanên Navdewletî 84 rojnamevan di girtîgehên Çînê, 64 di girtîgehên Mîanmarê û 51 rojnamevan di girtîgehên Tirkiyê de ne. Sala derbasbûyî hejmara rojnamevanên girtî 365 kesî bû.
Li gorî heman raporê di sala 2022’an de heta niha 67 rojnamevan dema li ser karê xwe bûn jiyana xwe ji dest dane. Hêjaye bibîrxistinê hejmara rojnamevanên sala derbasbûyî jiyana xwe ji dest dan 47 kes bû. Ev jî nîşan dide rêjeya mirina rojnamevanan dema li ser kar îsal 43 ji sedî zêde bûye.
Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Rojnamevanên Navdewletî bi daxuyaniyeke nivîskî ne pêkanîna biryaran derbarê mijarê de, wê hîn zêdetir rê ji desthildaran re veke sûcan li dijî rojnamevanan pêk bîne û ragihandina azad binpê bike.
Di şerê Ûkrayniya de rêjeya rojnamevanên jiyana xwe ji dest dan a herî zêde bû. 12 rojnaemvan li Ûkraniya jiyana xwe dest dane. Tevgera komên çekdar ên aşqiya li Meksîko û bê aramiya li wir jî cihekî din e.
Li gorî raporê sala 2022’an li Meksîko wekî sala herî bi êş û zehmet ji rojnamevanan re hate pênasekirin.
Li gorî raporê îsal 5 rojnamevan dema aloziya siyasî ya Pakistan jiyana xwe ji dest dane. Her wiha hate gotin li Filipîn û Kolombiya jiyana rojnamevanan di bin metirsiyê de ye.
Yekîtiya Rojnamevana a Navdewletî nûnertiya 600 rojnamevanên cihê xwe di sandîqeyên ji 140 welatan de digrin. Rapora behsa mijarê bi boneya roja NY ya mafê mirovan hate weşandin.
Di roja 19’ê mijdarê de jî nûçegihanê ANHA’yê û Endamê Yekîtiya Ragihandina Azad Îsam Ebdulah li gundê Teqil Beqil a Dêrikê di encama bombebarana balafirên şer ên dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest da.